Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye girtin

12:36 - 20 Nîsan 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Bokanê hate girtin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin; bi vî awayî di heftiyekê de 7 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Bokanê hatine girtin.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, şeva Sêşemî 29ê Xakelêweya 1402an a Rojî, “Celîl Mewlûdî” yê temen 44 salî û xelkê bajarê Bokanê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Bokanê hatiye revandin û bo girtîgeheke Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Hengawê ragihandiye, ku ew welatiyê Kurd kedkarê borîkêşana gaza nav malan bûye û heta niha ji sedema binçavkirina wî kedkarê Kurd ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Ajansa Mafê Mirovî ya Hengawê nivîsiye: “Heta niha aliyê kêm 6 welatiyên din ên bajarê Bokanê yên bi navên “Rizgar Bêygzade Babamîrî, Ebûbekir û Ehmed Mamzade, Soran Qasimî, Pêjman Sultanî û Kawe Azadî” ên xelkê bajarê Bokanê, di vê heftiyê de ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve li bajarê Bokanê hatine revandin û bo ciheke nexuya hatine veguhastin.