Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Neftalî Binêt: Tehran her salê zêdetir ji 30 milyard Dolar dike xercê Spaha Quds

16:55 - 20 Nîsan 2023

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê “Neftalî Binêt”, di hevpeyvînekê digel tora medyayiya “Îran Înterneşnal”ê got, ku rejîma Îslamî ya Îranê salane zêdetir ji 30 milyard Dolar ji bo Spaha Quds a taya Spaha Pasdaran a derveyê welat û girûpên çekdar ên ser bi wê rejîmê xerc dike.

Navbirî di berdewamiya hevpeyvînê de daye zanîn: “Ew pareye bandoreke watedar li ser jiyana Îraniyan heye”.

Eva di halekê de ye ku rejîma Îranê tevahiya dahata xelkê Îranê ji bo kiryarên terorîstî di derveyê welat de xerc dike.

“Neftalî Binêt” dibêje: “Komara Îslamî ya Îranê hikûmetek gemar e”. Ev di berdewamiyê de dibêje: “Ez raporên Îtlaatê dişopînim. Asta pereyê ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatiye xerckirin tiştekî pêkenok e”.

Navbirî hêvî xwest ku Komara Îslamî ya Îranê di demeke nêz de were hilweşandin û hikûmeteke azad û demokratîk li Îranê were avakirin.

Rejîma Îranê bi tevahî rewatiya xwe li cem xelkê Îranê ji dest daye û xelkê Îranê li pey piçûktirîn derfet in ji bo hilweşandina wê rejîma dîktator.