Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl: Îran her sal 700 milyon Dolarî alîkariyê dide bi Hizbulaha Lubnanê

11:38 - 21 Nîsan 2023

Wezîrê Berevaniya Israîlê di konferanseke rojnamevanî de tevî îşarekirin bi vê yekê ku rejîma Îranê her sal 700 milyon Dolarî alîkariyê dide bi Hizbulaha Lubnanê, got jî, ev rejîma bi berdewamî çek û teqemenî û mûşekan bo Hizbulaha Lubnanê dişîne.

Di rapora rojnameya “The Times of Israel”ê de, Wezîrê Berevaniyê yê Îslarîlê“Galant”,  roja Pêncşemî, 31`ê Xakelêweya 1402`an, di konferanseke rojnamevaniyê de îlan kir ku, rejîma Îran di alîkarî gihandinên malî û çek û teqemeniyan bi girûpên girêdayî rejîmê ve berdewam e.

 

Navbirî di berdewamiyê de got: Rejîma Îranê bi mebesta afirandina aloziyan di navçeyê de, her sal 100 milyon Dolarî alîkariya malî dide bi girûpêna Hemas û 10 milyon Dolarî jî dide bi girûpa Cîhada Îslamî.

Wî berpirsê Îsraîlê zêde jî kir, di çend eniyan de îhtmala êrîşên şer bo ser Îsraîlê gelek zêde ye û gefxwazrin û kiriyarên terorîstî yên milşên girêdayî rejîma Îranê bo ser Îsraşîlê berdewam in.

Herwisa “Galant” li derheq bernameya navkî ya rejîma Îranê de wiha jî got: Ev rejîma roj li pey rojê zêdetir li destpêragihîştin bi çeka navkî nêz dibe û dibe di kurtitrîn demê de pêş li vê berdaya vê rejîmê bê girtin.