Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kasibkarên Kurd li ser sînorê bajarê Şinoyê hatine kuştin û birîndarkirin

11:17 - 3 Nîsan 2023

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Eynî Qadirnijad” xelkê bajarê “Urmiyê”, bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê li sînorê “Gader” yê girêdayî bajarê “Şino”yê hate kuştin û welatiyek din jî birîndar bû; her di vê derheqê de hêzên rejîmê du welatiyên din jî binçav kirine.

Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî bo Rojhilatê “Çav News”, roja Yekşemî 13ê Xakelêweya 1402an a Rojî, welatiyekî Kurd yê bi navê “Eynî Qadirnijad” bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê li ser sînorê “Gader” yê girêdayî bajarê “Şino” hate kuştin û welatiyek din jî yê bi navê “Mihemedletîf Xalidî” yê temen 51 salî ku digel navbirî bû, hate birîndarkirin.

Termê “Eynî Qadirnijad” bo Pizîşka Yasayî li bajarê “Nexed”ê hatiye veguhastin û “Mihemedletîf Xalidî” jî ku her du ling û destê wî hatibûne birîndarkirin bo nexweşxaneya vî bajarî hatiye veguhastin.

Her du welatiyên navbirî xelkê gundê “Çiriyeva” yê girêdayî devera “Mirgewer” a ser bi bajarê “Urmiyê” ne û li ser sînor bajarê “Şino”yê rastî teqeyê hatine.

Her di vê derheqê de du welatiyên din yên gundê “Çiriyeva” yên bi navên “Mihemedsidîq Xalidî” temen 32 salî û “Şehram Salih Mihemedî” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.