Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê di Cejna Remezanê de serdana tirba şehîdên Şoreşa Jîna yê kirin

11:46 - 21 Nîsan 2023

Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatiyan bona peyman nû kirin digel şehîdan di cejna Remezanê de, serdana tirba şehîdên “Şoreşa Jîna”yê kirin.

Îro Înê 1ê Banemerê, hevdem digel roja Cejna Remezanê welatiyan li bajarên weke: “Mehabad, Bokan, Seqiz û Sinê” serdana tirba şehîdên rêya rizgariya gel kirin û digel rê û rêbaza wan nemiran peyman nû kirin û weke berê malbatên ser bilind yên şehîdan tenê nehêlan.

Xelkê emegnas bi kincên Kurdî, Hewrî, Axabanî û ala pîroz a Kurdistanê li ser tirba wan şehîdan amade bûn û bihev re dirûşmên weke: “Em xortên Pêşewan e bo Kurdistan canfîdan e, Şehîd namire, Şehîdên me qehreman in û şehîdên Kurdistanê ne” dan û ji aliyek din ve jî sirûdên şûreşgerî pelav kirin.