Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di meha Xakelêwa îsal de 35 welatiyên Kurd bi sedema çalakiyên siyasî û medenî ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin

11:49 - 21 Nîsan 2023

Pêka amara Navenda Mafê Mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê, “Çav News”ê li meha Xakelêwa Îsal de li Kurdistanê, 6 kolber bûne qurbaniyê siyasetên Kurdkujî û cudatîdanîn a rejîma Îranê û li sînorên Kurdistanê bi guleyên rasterast yên hêzên rejîmê canê xwe ji des dane.

Herwisa 35 welatiyên din yên Kurd bi tohmeta çalakiyên siyasî û medenî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Ji aliyek din ve jî, aliyê kêm 2 kes bi sedema teqîna mînê li bajarên Kurdistanê birîndar bûne.

Herwisa “Çav News”ê ragihandiye ku, bi sedema teqekirina beredayî yên hêzên rejîmê 4 welatî li Kurdistanê hatine kuştin.