Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpeke nû a firehizbî li Kongreya Amerîakyê jehrîkirina derisxwanên keç li Îranê şermezar kir

14:03 - 21 Nîsan 2023

Pêka rapora “Associated Press”ê “Sheila Jackson” nûnera Demokratxwaz li Îlayeta Texasê, gotiye ku, nêzî 20 nûnerên jin yên Komarîxwaz û Demokraxwaz li Mecilsa Amerîkayê girûpek nû bona şermezakirina jehrîkirina keçan li Îranê rêkixistine.

Avabûna vê girûpa jinan li Kongerya Amerîkayê de, roja Pêncşemî hatiye ragihandin ku endamên vê ji her du partiyên Komarîxwaz û Deokratxwaz pêk hatiye û dixwazin biryarname û reşnivîsên zagonên ku li ser girîngiya mafê jinan li Îranê tekezî dikin rabigihînin.

“Tennesse Miss” ku nûnera Komarîxwaz a Karolînaya Başûr e, û endama vê girûpa nû a Konagreyê ye jî, di daxuyaniyekê de îlankir ku: “Piraniya jinên Îranê bivêrî û nermbûna xwe li hember derkevtin pirsgirêkên li derheq berxwedaniya xwe bo wekhevî û mafê mirovî nîşan dane.”

Ev yeka nûritîn kiryar e li Amerîkayê bona şermezarkirina kiryarên Komara Îslamî di li hember derketina jinên Îranê de di dema destpêkirina nerizayetiyên seranserî yên Xermanana sala borî de, û ev nerizayetiyên han bi qetila “Jîna Emînî” ya temen 22 salî ku bi tohmeta bin pêkirina yasayên tund yên hicaba jinan di girtîgeha Polîsê Geşda îrşad e bû, destpê kir û bi lezgînî berfireh bû.

Her di vê pêwendiyê de, ji dema destpêkirina vê şoreşê koma jehrîkirinên biguman di dibistanên keçan  yên Îranê de di dawiya sala borî de destpê kiriye û bi sedan dersixwanên keç nesax bûne an bûye sebeba rexnekirinên tund li derheq binpê kirina mafê jinan û keçan li Îranê de û herwisa nerizayetî jî li pey anîne.