Endam û alîgirên PDKÎ li navçeya Bokanê di roja cejnê de, bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê li ser dekela muxabirata çiyayê “Terex”ê, çalakiyeke banghêjî belav kirin.
Roja Înê 1ê Banemera 1402 a Rojî, di roja cejna Remezanê de, endam û alîgirên Hizba Demokrat li Terexeya warê rêberê navdar şehîd Dr. “Seîd Şerefkendî”, bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê li ser dekela muxabiratê, digel rêbaza şehîdan peyman nû kirin.
Hizba Demokrat mandûnebûnî dibêje hemû endam û alîgirên xwe li navxweyê welat û hêviya saxlemî û berdewambûnê di erkên hizbî û nîştimanî de dixwaze.