Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Washington Post”ê derheq êrîşên hovane ên rejîmê li dema serhildana Jînayê li Kurdistanê raporek belav kiriye

12:13 - 22 Nîsan 2023

Rojnameya “Washington Post”ê di raporekê de nivîsiye ku hêzên rejîmê di rêûresmên bi axspartina şehîdên şoreşa Jînayê yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi gulleyên şer êrşî ser xelkê dikir.

Roja Înê 1ê Banemerê, Rojnameya “Washington Post”ê di raporekê de pêka lêkolînan û hin belge û vîdyoyên xwenîşanderan nivîsiye, ku hêzên rejîmê ji çekên giran bo êrîşkirin li ser wan kesan ku di rêûresma bi axspartina kuştiyên şoreşa “Jîna”yê de beşdarî kirine, mifah wergirtiye û di wan rêûresman de çendîn kes hatine kuştin.

Wê rojnameyê pêka hevpeyvîn digel şahidan û çavedêrên maf mirovî û lêkolînkirin li ser belge û dîmenan nivîsandiye, ku 18 haletên êrîşkirina hêzên rejîmê bi çekên giran bo ser kesên beşdar di bi axspartina şehîdên şoreşa “Jîna”yê de hene.

Herwisa îşare bi kiriyarên nemirovane yên hêzên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye ku hêzên rejîmê bi çekên giran û gulleyên şer êrîşê ser welatiyan kiriye û daye zanîn “Kurd rastî zêdetirîn tundûtîjiyên hêzên Komara Îslamî hatine”.

“Washington Post”ê di beşek din de îşare bi xwenîşandanên di Tîrmeha 1978an a dema desthilatdariya rejîma Paşayetî de jî kiriye û daye zanîn, “wê demê jî di êrîşekê de 40 kes ji xwenîşanderan hatine kuştin û ew bi awayekî tundûtîjî li dijî xelkê derkevtin, lê piştî 7 mehan ew rejîme jî herifî”.