Îro roja 22ê Nîsanê ye, 125 sal berî niha wate di 22ê Nîsana 1898an de, bo yekem car rojaneya Kurdî bi hewlên Miqdad Medhet Bedirxan û Celadet Bedirxan li Qahîreya Misrê hate weşan.
Rojnameya Kurdistan, yekemîn rojnameya Kurdî bû ku 125 sal berî niha di 22ê Nîsana 1898an de bi siya hewlên Miqdad Medhet Bedirxan û Celadet Bedirxan li Qahîreya Misrê hate weşan û destpêka weşana rojnameya Kurdistanê wekî têkoşîneke netewî û çandî tê nirxandin.
Rojnameya “Kurdistan”ê di dîroka çand û rojnamegeriya Kurdî de weke xaleke werçerxanê tê dîtin û ji aliyê Miqdad Medhat Bedirxan ve hatiye weşandin û çend qonaxên cuda derbas kir û ji wê rojnameyê 31 hejmar hatine weşandin.
Navenda Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di 125emîn salvegera weşana yekemîn rojnameya Kurdî de ku wekî roja rojnamegeriya Kurdî jî hatiye diyarîkirin, pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên nîştimanperwer dike ku di xizmeta Kurd û Kurdistanê de ne.