Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê di roja cejnê de serdana tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê kirin

14:09 - 22 Nîsan 2023

Xelkê biwêr û azadîxwazên Kurd li bajarên Kurdistanê di roja cejnê de, serdana tirba şehîdên şoreşa Jînayê kirin û soza emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.

Roja Înê, 1ê Banemera 1402 a Rojî, hevdem digel cejna Remezanê, tevî milîtarîzekirina goristanên bajarên Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve, xelkê biwêr ên bajarên “Sine, Bokan, Mihabad, Merîwan, Bane, Pîranşar, Urmiye û Seqiz”ê li ser tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê kom bûn û dirûşma merg û û neman bo dîktator dan.

Li bajarên “Bokan, Pîranşar û Merîwan”ê, malbatên şehîdan û xelkê biwêr ên wan bajaran li ser tirba pîroz a şehîdan kom bûn û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî, Şehîd Namirin” û herwisa belavkirina sirûdên şoreşgerî li ser tirba wan şehîdan, soza emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.

Herwisa xelkê şoreşger û azadîxwaz ên bajarê Sinê, bi çêkirina wêneyên şehîdan û lêdana wêneyên wan li ser singê xwe, li ser tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê kom bûn û digel rê û rêbaza şehîdên Kurdistanê soza xwe nû kirin.

Ji aliyê din ve li bajarê Mihabadê, tevî ku xelk li ser tirba şehîdan kom bibûn û li dijî rejîma Îranê dirûşm didan, ciwanên welatparêz alaya Kurdistanê bilind kirin û tekezî li ser doza Kurdinî û rizgariya Kurdistanê kirin.

Herwisa li gundê Balv ê ser bi bajarê Urmiyê, hejmarek ji jin, xort û ciwanên welatparêz ên vî gundî, li ser tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê kom bûn û bi danîna deste gulan li ser tirba şehîdên Kurdistanê û bi hilgirtina wêneyên şehîdên şoreşa “Jîna”yê soza xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.

Herisa li bajarê Seqizê jî hejmareke zêde ji xelkê şoreşger û welatparêz ên vî bajarî li ser tirba şehîd “Jîna Emînî” li goristana Ayçî kom bûn û li dijî rejîma Îranê dirûşm dan, hêzên rejîmê bi êrîşkirin li ser xelkê amadebûyî li goristana Ayçî, hewla belavkirina xelkê dan, lê xelk bi hemberderkevtin li dijî wan hêzan, îzna rêgirîkirinê bi hêzên serkutker re nedan û bi vî awayê rêz ji şehîdên Kurdistanê girtin û soza xwe ya berdewamkirina rêbaza şehîdên Kurdistanê bi kiryar li hember dujminê hov û dagîrker dubare kirin.