Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyên Belûç duh hem cejna Remezanê pîroz kirin û hem jî rijiyane ser şeqaman

14:12 - 22 Nîsan 2023

Duh li Belûçisatnê hevwelatiyan cejna Remezanê pîroz kirin û piştî nimêja Înê jî hatine ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê dirûşim dan.

Duh roja Înê 1ê Banemerê, hevdem bû digel roja cejina Remezanê, xelkê azadîxwaz yên Belûç tevî ku digel Îranê û biriyara Elî Xamineyî ku roja Şemî 2ê Banemerê weke roja cejinê îlan kiribû, nekirine cejin û carek din piştî nimêja Înê hatine ser şeqaman û li dijî rejîma Xamineyî xwenîşandan lidar xistin.

Belûçên biwêr li ser şeqaman dirûşmên wek: “Hinde sal cinayet mirin bo wilayet, mirin bo dîktator, mirin bo Spahî, ezê bikujim yê ku birayê min kuşt” û dehan dirûşmên dinê dan.

Herwisa “Mewlana Ebdulhemîd” di xutbeya nimêja cejine Remezanê li mizgevta “Mekî” de ragihand, ku xelkê Îranê mandî û bêzar in û rejîm nikare wan bi tiştên biçûk razî bike; Herwisa cinayeta Îna bi xwîn li bajarê “Zahidan”ê weke derd û xema hemû Îranê bi nav kir.

Navbirî di beşeke din a axavtinên xwe de ragihandin, ku di Îranê de krîzên aborî, siyasî û civakî gelek zêde ne û Komara Îslamî ya Îranê nikare ti yek ji wan çareser bike û xwenîşandan û nerizayetî mafê berheq yê xelkê ye.

Herwisa li derheq îlnakirina roja cejinê jî ragihand, ku ez girêdayî ti welatekê nînim û li hemû bajarên “Sîstan û Belûçistan”ê li roja 1ê Banemerê cejina Remezanê ye.

Li Îranê pêka gotina Elî Xamineyî roja Şemî cejina Remezanê hate ragihandin, lê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û herwisa bajarên Sune mezheb yên weke “Belûçistan, Hurmizgan, Xurasan û Gulistan”ê roja Înê weke roja cejinê hate ragihandin.