Jîngehparêzên bajarê “Urmiyê” li derheq metirsiya hişkbûna gola Urmiyê kombûn û nîgeranî û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Çalakvanên Jîngehparêz ên bajarê “Urmiyê” roja Înê 1ê Banemerê, li derheq paşhat û metirsiya hişikbûna gola Urmiyê, kombûn heta ku bala xelkê û berpirsên gendel ên rejîma Îranê li derheq vê karesata jîngehî rabikêşin.
Di vê kombûnê de Çalakvanên Jîngehparêz bi bilindkirina pilakkartan ku li ser wan nivîsîbûn “Avbendan vekin canê 15 miliyon kesan di metirsiyê de ye” nîgeraniya xwe li derheq rewşa gola Urmiyê û girîngînedana berpirsên rejîmê nîşan dan.
Zêdetir ji sedî 95 ji panahiya gola Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê hişik bûye û li egera hatina bahoza xwê jiyana 15 miliyon kesan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikeve metirsiyê de.
Tevî avakirina navendekê bo zindîkirina gola Urmiyê ji aliyê rejîma Îranê ve û xerickirina zêdetir ji 15 Hezar miliyar Tumenî di heyama zêdetir ji 10 salên derbasbûyî de, lê niha zêdetir ji sedî 95 ji gola Urmiyê bi tevawî hişk bûye.