Malbatên dersxwanan bi sedema êrîşên kîmiyayî bo ser xwendingehan neçar mane her carê hejmarek ji wan li xwendingehan de wek parêzvan bimînin û zarokên xwe ji wan êrîşên nemirovane biparêzin.
Rûpela Sendîkaya mamosteyan bi belavkirina wêneyan li ser torên civakî yên “Twitter û Instagram”ê dane zanîn ku, hejmarek ji malbatên dersxwanan ên xwendingehekê li bajarê Zencanê, bona parastina canê zarokên xwe ji êrîşên kîmiyayî, neçar mane her carê hejmarek ji wan bi nobet li xwendingehan de wek parêzvan bimînin û zarokên xwe ji êrşên kîmiyayî biparêzin.
Xwendekarên keç li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev çendîn meh in ku dikevin ber êrîşên kîmiyayî û heta niha bi hezaran keç jehrî bûne û li nexwaşxaneyan de hatine razandin, lê rejîma Îranê heta niha ti parastinek ji canê wan xwendekaran nekiriye û gelek caran ew êrîşên han bi “wehm û telqîn û strês” binav kiriye û heta niha ti bikereke wan êrîşan binçav nekiriye.
Pêka gotina hejmarek zêde ji kesayetî û ragihandên serbixwe, rejîma Îranê bona tolhildan ji “jin û keçan” ên şoreşa Jînayê, ku şikesteke mezin dane bi rejîma Îranê, û serhildaneke seranserî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve dibin, wan êrîşên hov û dûr ji her pirensîpeke exlaqî û mirovî bo ser xwendigehan rêkxistin dike.