Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Merîwanê, Encûmena “Sewza Çiya” çalakiyeke jîngehparêziyê lidar xist

11:50 - 23 Nîsan 2023

Di berdewamiya çalakiyên Encûme “Sewza Çiya” li bajarê Merîwanê û geşedan bi daristanên Zagrosê, zêdetir ji 1500 şitlên daran ji aliyê hogirên “Hizra Kesk” li bajarê Merîwanê hatine çandin.

Hogirên “Hizra Kesk”, li 3 demên cuda de li 10ê Sermawez, 14 û 23ê Reşemeya 1401an a Rojî, zêdetir ji 1500 şitlên daran ên curên “Berû, Mazî û Qezwan”ê li daristanên şewitandî yên Qqelaya Merîwanê de çandin.

Ew cihên ku li demsala Havîna sala derbasbûyî de li zincîre şewitandinên Zagrosê de kevtibû ber êrîşa nehezan û zêdetir ji 20 caran hatibû şewitandin, bi çandina şitlên daran ji aliyê Encûmena “Sewza Çiya” û parêzerên jîngehê ve careke din tên zindîkirin.

Hêjayê gotinê ye ku, piraniya wan şitlên hatinî çandin ji aliyê keî û xortên dibistanî yên gundê “Mûskî” yê girêdayî bajarê Merîwanê ve hatine berhemanîn.