Welatiyê Kurd yê bi navê “Ebdula Resûlî” naskirî bi (Verfa), ê xelkê bajarê Pîranşarê ku li dema serhildana xelkê Kurdistanê li dijî desthilatê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin, çarenivîsa wî nexuya ye.
Pêka rapora Navena Mafê Mirovî bo Rojhilat “Chav News” “Vefa Resûlî” yê xelkê Pîranşarê ku li dema serhildana xelkê Kurdistanê li dijî destihlatê hatibû binçavkirin, piştî derbasbûna 5 mehan bi ser girtina wî de heta niha jî bê çarenivîs e.
Navbirî piştî vê ku ji aliyê hêzên rejîmê ve dikeve bin çavdêriyê de, hewl dide xwe veşêr e, lê piştî vê ku bavê wî ji aliyê rejîmê ve wek barimte tê girtin, neçar dibe xwe radestî hêzên rejîmê bike.
“Vefa” ji aliyê hêzên rejîmê ve bi mebesta lêkolînê bo îdareya îtla`ata rejîmê ya li Urmiyê veguhastibûn û bi sebeba îşkencekirina zêde guçikên wî tûşî xwînrêjiyê bûne.
Hêzên rejîmê piştî îşkencekirina zêde ya “Vefa” ji navibrî daxwazkirbûn ku dibe bi zorê xwe wekî rêkixerê serhildanê li bajarê Şinoyê de û herwisa wekî kesekî ku êrîşkiriye ser malên endamên Spaha Pasdarana rejîmê di vî bajarî de bide naskirin.
“Vefa” piştî derbasbûna du mehan îşkencekirin ji aliyê îtla`ata rejîmê ve, neçarkirine ku bi zorê ev sûçên ku encam nedane bigire bi stûyê xwe û piştire di dadgehê de got ku di bin îşkenceyên de neçar maye wan sûçan bi stûyê xwe bigire.
“Vefa Resûlî” piştî çendîn caran dadgehîkirin di Dadgeha Şoreşa rejîmê ya li Urmiyê bo girtîgeha rejîmê ya bajarê Nexedê hatiye veguhastin û heta niha jî çarenivîsa wî nexuya ye.