Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî yên kedkarên neft û gaz û pîşeya Îranê berdewam in

11:58 - 23 Nîsan 2023

Kedkarên hejmareke zêde ji yekeyên pîşeyî û neft û gazê li projeyên cuda yên neft, gaz, petrokîmiya, palavtingehê û wizegeh û pîşeya pola li çendîn bajarên cuda yên Îranê de hatine lidarxistin.

Herjmareke zêde ji kedkarên yekeyên pîşeyî û neftî yên wek kompaniya Hîdrosazan, kompaniya Ferayend ê Sen`eta Yezd, Fûlad-Sen`eta Etles, Cehan Pars, petrokîmiya Geçsaran, petrokîmiya Dêhloran, Maşînsaziya Erak, Fera Sekû ya Eselûyê, Azer Filiza Şîraz û petrokîmiya Sedef”, Kompaniya Îsnal Sen`et, komnpaniya Pars Liyan, Kompaniya Karûn Goster a Mêsê Serçişmê, kedkarên girêbestî yên “Dêhqan” û Mşînsaziya Sîrcan, petrokîmiya Bender Cask, kompaniya berq û enerjiya Neftê Spahan, kedkarên kangeha Mios a Diralo ya Kirmanê û çendîn kompaniyên din kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Kedkarên grevgirtî daxwaza zêdekirina heqdestê xwe kirine û dane zanîn ku divê heqdestê me li gor bilindbûna enflasiyên bê zêdekirin, lê ew daxwaza wan heta vê gavê ji aliyê berpirsan ve nehatiye berçavgirtin.

Hêjayê gotinê ye, di beşên ku kombûnên nerizayetiyê tê de hatine lidarxsitin, karê wan kompaniyan bi tevahî hatiye sekinandin.

Ewe kombûnên nerizayetî, li ser banghêjiya Birêveberiya kempêna navendî ya kedkarên projeyên neft, gaz û petrokîmiyê ve tê lidarxistin.