Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du çalakvanên mafê jinan li girtîgeha Îtilaatê ya li bajarê Sinê di bin givaşê de ne

12:21 - 23 Nîsan 2023

Rojnamevan “Jîna Muderis Gurcî” û mamostayê zimanê Kurdî “Ferîba Zendkerîmî” ku her du jî çalakvanên xuya yên warê mafê jinan in li bajarê “Sinê” bi mebesta wergirtina îtirafên bizorê di odeyên takekesî yên îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê “Sinê” di bin givaşan de ne.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê “Jîna Muderis Gurcî” Rojnamevan û çalakvana warê mafê jinan û herwisa Mamosta “Ferîba Zendkerîmî” ku Çalakvanên mafê jinan in piştî revandin û binçavkirina wan bo girtîgeha rejîmê li bajarê “Sinê” hatine veguhastin û bi mebesta wergirtina îtirafên bizorê di odeyên takekesî yên Îtilaatê de hatine ragrtin û di bin givaşan de ne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar ev du çalakvanên binçavkirî di dema binçavkirinê heta niha ti pêwendî û hevdîtinek digel malbata xwe nebûne.

Jîna Muderis Gurcî li roja 21 Xakelêwe û Ferîba ZendKerîmî li 16ê Xakelêweyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.