Endam û alîgirên Hizba Demokrat bi hilkefta Cejna Remezanê û di meşa çalakiyên banghêjiyê de li bajarê Selmasê çalakiyek lidar xistin û peyamek belav kirin.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê Selmasê bi lidarxistina çalakiyeke banghêjiyê, Cejna Remezanê pîroz kirin û di vê çalakiyê de traktên Hizbî û wêneyên “Dr. Qasimlo” û arma Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di nav xelkê Îslamabad a bajarê Selmasê de belav kirin
Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li mizgevta “Mihemed Resullah” a li şeqama “Eşayir” a Îslambadê li bajarê Selamsê 200 besteyên noqil û şîrînî ku traktên Hizbî û wêneyên “Dr. Qasimlo” û arma Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li wan besteyan de bûn, li nav xelkê de belav kirin û herwisa peyamek belav kirin.
Di peyama endam û alîgirên Hizba Demokrat ên bajarê Selmasê de, tevî pêdagîrî û tekezîkirin li ser berdewamkirina rêbaza şehîdan û pîrozbahiya Cejna Remezanê gotin: Em bi berdewamkirina rêbaza şehîdan bi taybet rêberên me yên şehîd “Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî” di paşerojeke nêzîk de dê bigihîjne armancên pîroz ên gelê xwe ku bidestveanîna mafê diyarîkirina çarenivîsa me ye û yekîtî û hevgirtin xala serketinê ye.