Roja Yekşemî 3`ê Banemerê, kolberê Kurd yê bi navê “Mimehedletîf Ehmedpûr” yê xelkê bajarê Bane ku, hêzên serkutker û dije mirov yên rejîmê bizanebûn bi tirûmibîla leşkerî li ser laşê wî de derbas bibûn, navibrî bi sebeba kûrahiya birînan canê xwe ji dest da.
Pêka agahiyên çavkaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 31`ê Xakelêweyê ev kolberê Kurd digel hejmarek din di dema zivrîn li kolberiyê li sînûrê “Hengejale”ya Bane rastî bosyeya hêzên rejîmê dibin, û hêzên rejîmê bi zanebûn bi tirûmibîla leşkerî li pey an dikevin û bizanebûn tiromibîla xwe ji kolberan dixin.
Herwisa vê çavkaniya haydar daye diyarkirin ku, di vê bûyerê de stû û nav milê wî kolberî dişkên û bi sebeba kûrahiya birînana navbirî bo nexweşxaneya Şefa ya Seqizê vediguhastin.
“Kemal Xidirî” fermandarê bajarê Bane piştî can jidestdana wî kolberî, bi malbata wî re pêwendî digire û gefan ji wan dixwe ku dibe termê kurê xwe bi bê amadebûna xelkê bi axê bispêrin.
“Mihemedletîf Ehmedpûr” 36 salî û xwediyê zarokê bû.