Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Encûmena Hevahengî ya Rêkxistinên Sinfî yên Mamosteyên Îranê daxwaza lidar xsitina Komîteya xelkî li derdora dibistanên Îranê kir

12:03 - 24 Nîsan 2023

Şêwreya Hevahengî ya Encûmena Rêkxistinên Sinfî yên Mamosteyên Îranê, bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaza pêk anîna “Komîteyên xelkî” û lidar xistina “zincîreyên mirovî” li derdora dibistanên Îranê bona parastina canê dersxwanan li hember êrîşên kîmyayî de kir.  

Di beşek li vê daxuyaniya Şêwreya Hevahengî ya Encûmena Rêkxistinên Sinfî yên Mamostayên Îranê de hatiye:

 Ev heyama 6 mehan e ku li ser cinayeta jehrîkirina dersixwanan di dibistanan de derbas dibe, tevî bertekên dem bi dem ên berpirsan ku ev êrîşên han ji aliyê welatiyan, dêv û bavan, mamosteyan û  navendên navneteweyî ve hatine şermezarkirin, hemûyan daxwaza binçavkirina bikerên wan cinayetan dikin lê, em her roj şahidî berdewambûna wê cinayetê dibin ku tevî rêkxistinkirin û aramncadarbûnê, piştevaniya zêdetir a hikûmetê ji bikeran li her tiştî zêdetir eyan dibe.

Hincentên berpirsên kêrnehatî, axê di nav çavên heqîqetan de dibarînin, Fermandehiya Hêza Întizamî ya welat nikare ewlehiya zarokên wî welatî dabîn bike. Lê, di heman demê de, hemû hêza xwe bi gefxwarinê xistiye ser jinên azadîxwaz de, jinên ku bona hilbijartina serbixwe ya cura jixwe kirina kincên xwe li hember givaş û serkutkariyên neqanûnî de berxwedaniyê dikin.

Şêwreya Hevahengiya Rêkxistinên Sinfî yên Mamostayên Îranê bi nûneratiya mamostayan, li hember senaryoya jehrîkirina dersixwanan bêdeng namîne û eger ev karesata nemirovane di hefteyên bê de jî berdewam be, ligel mamostayên li seranserî welat de, ji vê ramana xelet û paremayî ya mejiyên xerabûyî, li kolanan dê bersiva dirust bidi.n

Di dawiyê de radigihîne ku di demek nêzîk de daxuyaniyên pêvek ên Encûmena Hevahengiya Rêxistinên Sinfî yên Mamostayên Îranê di vê derbarê de bên belavkirin.