Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera Şêrko Rewşenî ku eva 5 meh in di girtîgehê de ye nexuya ye

12:07 - 24 Nîsan 2023

Şêrko Rewşenî, xelkê bajarê “Merîwan”ê ku ev 5 meh in hatiye binçavkirin, qedera wî di girtîgehên rejîmê de nexuya ye.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê “Şêrko Rewşenî” welatiyê temen 31 salî û xelkê bajarê “Merîwan”ê carek din ji girtîgehên rejîmê li bajarê “Merîwan”ê bo girtîgeha îdareya Îtilaatê ya li wî bajarê hat veguhastin.

Veguhastina navbirî di demekê de ye ku heftiya derbasbûy ji girtîgeha Îtilaatê bo girtîgeha rejîmê li bajarê Merîwanê hatibû veguhastin.

Şêrko Rewşenî di dema binçavkirinê de heyamekê jî li girtîgeha Îtilaatê ya li bajarê “Sinê” de bû.

Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê pêka gotina çavkaniyek agehdar belav kiriye, navbirî di demekê de bo girtîgeha Îtilaatê hatiye veguhastin ku biryar bû bi danîna barimteyê bi awayê demkî bê azadkirin.

 

Herwisa zêde jî kiriye ku lêpêçîn û lêkolînên “Şêrko Rewşenî” li îdareya Îtilaatê du caran bidawî hatiye, lê di vê halê de jî berpirsên rejîmê rênadin ku bê azadkirin û heyama binçavkirina wî demdirêj dikin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par bûye.

Şêrko Rewşenî roja Yekşemî 20ê Sermaweza 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê “Merîwan”ê hatibû binçavkirin.