Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê û girev girtin li piraniya bajarê Îran û Kurdistanê berdewam in

12:55 - 24 Nîsan 2023

Kedkar, perestar, kadrên dermanî, xwandekar û malnişînkirî li çendî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi nîşana nerizayetiyê û daxwazkirina mafên xwe kombûn lidar dixin.

Îro Duşemî 4ê Banemerê carek din li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kombûnên nerizayetiyê û girevgirtina qatên cuda yên civakê berdewam in, û bi komûn û girevgirtinê daxwaza mafên xwe û baştirkirina rewşa jiyana xwe dikin.

Pêka dîmenan li bajarê “Sinê” kadirên dermanî yên zanista pizîşkî ya vî bajarî li hember Sitada Navendî ya Zanîngeha Zanista Pizîşkî û Xizmetguzariyên Tenduristî kombûn û daxwaza mafên xwe yên ku ji aliyê rejîmê ve hatine binpêkirin kirin.

Di vê kombûnê de kadirên dermanî bi dana dirûşmên weke : “Êdî wir şûnda bes kombûn û girevgirtin dê berdewam bin ” “Sifreyên me valanbe, soz û qewl bes in” dan.

Herwisa bi bilindkirina pilakkartan daxwaza mafên xwe kirin.

Ji aliyek din ve jî, her li bajarê “Sinê” malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê kombûnek nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza mafê xwe û heqdestên xwe kirin.

Ev çendîn roj in ku herjmareke zêde ji kedkarên yekeyên pîşeyî, neftî û gazê yên wek kompaniya Madkûş ya Benderebasê, kedkarên Mês Deralû ya li Kirmanê, Fulad Şadigan, Geçsaran, Etles, Cehan Pars, petrokîmiya Dêhloran, Maşînsaziya Erak, Fera Sekû ya Eselûyê, Azer Filiza Şîraz û petrokîmiya Sedef” û çendîn kompaniyên din kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Kedkarên girevgirtî daxwaza zêdekirina heqdestê xwe kirine û dane zanîn ku divê heqdestê me li gor bilindbûna enflasiyê bê zêdekirin, lê ew daxwaza wan heta vê gavê ji aliyê berpirsan ve nehatiye berçavgirtin.

Hêjayê gotinê ye, di beşên ku kombûnên nerizayetiyê tê de hatine lidarxsitin, karê wan kompaniyan bi tevahî hatiye sekinandin.

Ewe kombûnên nerizayetî, li ser banghêjiya Birêveberiya kempêna navendî ya kedkarên projeyên neft, gaz û petrokîmiyê ve tê lidarxistin.