Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên kîmiyayî bo ser keçên dersxwan li Rojhilatê Kurdistanê, berdewam in

13:15 - 24 Nîsan 2023

Li bajarê Sinê 3 xwendîngehên keçan kevtine ber êrîşên kîmiyay yên rejîma Îranê û keçên dersxwan ên wan xwendingehan bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Xwendingeha “Mê`irac û Ismet” li bajaroka “Hesenava” û xwendingeha “Ma`îde” li şeqama “Fenî” ya bajarê Sineyê kevtine ber êrîşên kîmiyayî yên hêzên hov û dije mirovên rejîma Îranê û di encam de keçên dersxwan ên wan xwendingehan jehrî bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Heta niha ji cura wan gaz û madeyên kîmiyayî ku rejîma Îranê li êrîşên bo ser keçên dersxwan û xwendekar de bikar tîne ti zaniyariyek li ber dest nîne û herwisa xuya nîne ku karlêkeriya wan jehran li ser laş û tendirustiya mirovan di demek dirêj de dê çi bibe û berpirsên rejîma Îranê jî di vê derheqê de bêdeng in û wan êrîşan bi wehm û xeyal û strês binav dikin.