Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brîtanyayê ragihand ku ew ê li gel Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê tehrîmên li dijî Îranê zêde bikin

17:38 - 24 Nîsan 2023

Wezareta Derve ya Brîtanya roja Duşemê ragihand ku Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê dê tehrîmên li dijî Îranê ji ber binpêkirina mafên mirovan zêdetir bikin.

Birîtanya siza li ser çar fermandarên Spaha Pasdarana Îranê sepand ku destê wan di teqekirina li xwenîşanderan de hebû: Hebîb Şahsewarî, fermandarê artêşa parêzgeha Urmiyê, Ehmed Xadem, fermandarê binkeya Kerbelayê, Muhsin Kerîmî, fermandarê Spaha Ruhillah li parêzgeha Merkerî û Mihemed Nezer Ezîm, fermandarê malbenda Herêmî ya Necef Eşref a Spaha Pasdaran.”

Brîtanyayê ji Cotmeha 2022an vir ve zêdetirî 70 karbidest û saziyên Îranê ji ber binpêkirinên mafên mirovan xistiye lîsteya tehrîmên xwe, ku hejmara kesên di vê pêwendiye de ku hatine tehrîmkirin gihîştiye 300 kesî.

Birîtanya dibêje, Spaha Pasdaran "bi temamî" beşek ji vê lîsteyê, Dozgeriya Giştî û Polîsê Ewlehiya Exlaqî du saziyên din ên Îranê ne ku ji aliyê Brîtanyayê ve hatine tehrîmkirin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya, “James Clourly”, roja Duşem’ got: “Brîtanya û hevalbendên wê yên navdewletî îro bi zelalî radigihînin ku ew çavgirtinê li ser tepeserkirina hovane ya rejîmêde nakin û dê berdewam bin li ser standina tedbîrên zêdetir ji bo berpirsîyarîkirina rejîma Îranê li hember kiryarên xwe de”.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Brîtanyayê, Birîtaniya, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê tedbîrên hevaheng û berdewam ji bo berpirsyar kirina rejîma Îranê girtine ber xwe û her meh cezayên nû ji bo binpêkirinên rejîma Îranê yên li derheq mafên mirovan ragihandine.