Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd du sal girtîgeh bi ser de hat sepandin

10:20 - 25 Nîsan 2023

Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê “Bokan”ê yê bi navê “Îbrahîm Canêfer” ji aliyê dadgeha rejîmê li vî bajarî ve cazayê du sal girtîgeh bi ser de hat sepandin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurpa”yê roja Duşemî 4ê Banemerê, ciwanekî xelkê bajarê “Bokan”ê yê bi navê “Îbrahîm Canêfer” ji aliyê taya 110 a dadgeha kêyferî ya 2 a vî bajarî ve 2 sal cezayê girtîgeh bi ser de hat sepandin.

Dadgeha rejîmê ew welatiyê Kurd bi “Hevkarî digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberî rejîmê” tometbar kiriye.

“Îbrahîm Canêfer” berê endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî rejîmê li sala 1401an bûye.