Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Selah Ehmedî bo girtîgehên ewlehî yên rejîmê li bajarê Urmiyê hat veguhastin

10:56 - 25 Nîsan 2023

Welatiyekê xelkê bajarê “Bokan”ê yê bi navê “Selah Ehmedî” bi mebesta lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên rejîmê li bajarê “Urmiyê” hatiye veguhastin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê Dr. Selah Ehmedî, welatiyê xelkê bajarê Bokanê bi mebesta lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên rejîmê li bajarê “Urmiyê” hat veguhastin, navbirî heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

“Kurdpa”yê ragihandiye ku wî welatiyê Kurd nexweşiya dil heye û heta niha hêzên ewlehî li derheq nexweşiya wî û xizimetguzariyên dermanî bo wî ti bersivek bi malbata wî re nedane.

Roja Pêncşemî, 31ê Xakelêwe, Dr. Selah Ehmedî, bi bê hebûna belgeyên yasayî li dermanxaneya xwe de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin.