Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamiya Îranê sîstematîk neraziyên ciwan ên serhildana seranserî ya li Îranê binçav dike dike û dikuje

12:08 - 25 Nîsan 2023

Saziya Çavdêriya Mafê Mirov di raporekê de ragihandiye, hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê bi awayê sîstematîk û neqanûnî neraziyên ciwan ên Şoreşa seranserî ya Îranê îşkence dikin û dikujin.

Saziya Çavdêrî ya Mafê Mirov roja Sêşemî 5`ê Banemerê di rapora xwe de diyar kir ku, hêzên ewlehî yên Îranê di rewta serkutkirina xwenîşandanên borî de, bi awayê sîstematîk û neqanûnî, zarok kuştine û îşkence kirine û heta destdirêjî bi ser wan kirine û ev bê serşûn kirine.

Di berdewamiya rapora vê saziyê de hatiye, hêzên ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê, ciwanên nerazî bi neqanûnî binçavkirine.

Vê saziya Mafê Mirovî pêka agahiyan îlankiriye ku, ev rewta han beşeke ji mînakên binpêkariyên mafê mirovî yên rejîma Îslamî di Îranê de.