Di 4`ê Banemera sala 1402’an de Mehmûd Axayî kurê Selîm naskirî bi (Sofî Mehmûd) rêhevalê berê û pêşmergeyê dêrîn yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, û xelkê gundê Yaxca ser bi bajarê Hawşarê, piştî nexweşiyek demdirêj koça dawî kir.
“Sofî Mehmûd” di sala 1300’ê Rojî de li devera Hewşarê jidayîk bibû, di serdema Komara Kurdistanê de bibû bi pêşmerge û heta hilweşandina Komarê pêşmerge mabû.
Piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê di sala 1357`an de tevlî refên Hizba Demokrat bibû û heta kêliyên dawî yên jiyana xwe bi Hizb û riya şehîdan emegdar ma û jiyana xwe bo xebet bo bidestveanîna mafên neteweyî derbas kir.
“Sofî Mehmûd Axayî” di heyama pêşmergatiya xwe de di nav organên cuda yên Hizbê de erkê pêşmergayetiyê birêve bir û di Hêza 110 a Beyan a devera Bokanê de bibû bi pêşmerge, piştre di malbenda 2 a Kurdistanê de erkê pêşmergayetiya xwe bi rê ve biriye. Paşê di Hêza Samrend de wek Pêşmerge kar kir û parêzgarî li binkeyên Deftera Siyasî kiriye.
Navbirî ji ber bi temen bûnê di Komîsyona Civakî de mejûlî birêvebirina erkên pêşmergayetiyê dibe heta rêxistina dawî ya Hizbê de li Navenda 1 Kurdistanê de xizmeta xwe domand.
“Sofî Mehmûd” di heyama xebata xwe ya Pêşmergayetiyê de ji ber dilsozî û bi serkeftî bi cih anîna erkên xwe çendîn caran destxweşî jê kiribûn.
“Sofî Mehmûd” di 5’ê Banemerê de bi amadebûna hevçeperên wî li goristana şehîdên azadiyê bi axê hate spartin.
Navenda Hêza Pêşmergên Kurdistanê ji ber koça dawî ya “Sofî Mehmûd” ji malbat û xizmên wî û hemû kadr, Pêşmerge û xelkê dilsoz ên devera Hewşarê re sersaxiyê dibêje.