Di kirîza aborî de û bi taybet nebûna dahata xelkê bajarê Urmiyê, hêzên serkutker ên “Yêganê Wîjê” û bajaravaniyê, rêgirî ji kasibkariya xelkê kirine û bi gaza bîber êrîşî ser wan kirine.
Di bajarê Urmiyê de hejmarek ji welatiyan bona peydakirina pariyek nanê helal bi awayê gerok û bi maşînan berhemên werzêriyê difroşin lê hêzên rejîma Îranê li şeqama “Xatemulenbiya” yê de bi şwazeke namirovane û bi gaza bîber êrîş kiriye ser wan welatiyan û hemû tiştên wan zewt kirine.
Hêzên serkutker ên rejîmê bi taybet hêza “Garda Wîje”, bi şêwazeke dirindane reftar digel wan kasibkaran kirine û û hatiye baskirin ku rewşa tendirustiya kasaibkarekî nebaş e û herwisa xuya nîne ku tevî serkut, lêdan û zewtkirina tiştên wan, dê çi cezayeke din jî li ser wan welatiyan de bisepînin.
Ew kiryarên hov û nemirovane di halekê de ne ku rewşa aboriya xelkê gelek xirab e û kirîza aborî bi qasekî givaş xistiye ser welatiyan ku nikarin gelek ji hewcehiyên bingehîn ên rojaneya jiyana xwe dabîn bikin.