Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîrûz Mîranî, hunermendê Kurd û xwenîşanderê bajarê Pawê çavek xwe ji dest da

11:02 - 1 Nîsan 2023

Hunermendê Kurd yê xelkê bajarê “Pawe” yê bi navê “Fîrûz Mîranî” ku rêkevta 9ê Sermaweza 1401an a Rojî, bi sedema teqeya hêzên rejîma Îranê çavê wî birîndar bibûn, niha çavê wî yê rastê bi sedema qutbûna demarên esaban dîtina xwe ji dest daye.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di vê derheqê de nivîsiye: “Tora çavê “Fîrûz Mîranî” yê çepê jî têkçûye û niha jî çavê wî hunermendê Kurd tenê 1.5 ji sedî dîtin heye û di bin tedawiyên pizişkî de ye”.

Hunermendê Kurd “Fîrûz Mîranî” roja 9ê Sermaweza sala 1401an a Rojî, dema ku xelkê li derheq dorandina tîma topa pê ya rejîma Îranê li hember tîma topa pê ya Amerîkayê kêfxweşiya xwe nîşand dan, rastî teqekirina hêzên rejîma Îranê hatibû.

“Kurdpa”yê ragihandiye, di dema birîndarbûna wî hunermedê Kurd, malbata wî ji tirisa revandina navbirî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve nekarîn demûdest bo nexweşxaneyê veguhazînin, û navbirî piştî heyamekê li devsa kolberek birînadar ji bo nexweşxanê veguhastibûn.

Herwisa hatiye ragihandin ku navendên ewlehî yên rejîma Îranê piştî birîndarkirina navbirî hewl dabûn ku navî wî weke binav “Canbazekê” tomar bikin, lê ew daxwazkariya rejîmê ji aliyê “Fîrûz Mîranî” ve hatibû redkirin.