Mamosteyê olî û pişnimêjê bajaroka Qewix a Seqizê bo cara sêyemîn ji bo Dadgeha taybet a Meleyan li Hemedanê hate gazîkirin.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, mamoste “Sabir Xudamuradî”, pişnimêjê bajaroka Qewix a Seqizê bo sêyemîn car ji bo Dadgeha taybet a Meleyan li Hemedanê hate gazîkirin.
Di banghêjiya dadgeha rejîmê de hatiye ku, mamosteyê olî yê Kurd divê roja Çarşemî 6ê Banemerê di dadgeha rejîmê ya li bajarê Hemedenê de amade be.
“Kurdpa”yê nivîsiye: “Sêyemîn car e ku mamoste Sabir ji bo piştgiriya serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê bo Dadgeha taybet a Meleyan li Hemedanê tê gazîkirin”.
Roja Yekşemî 2ê Rêbendana 1401 a Rojî jî, mamoste Sabir Xudamuradî cardin bo Dadgeha taybet a Meleyan li Hemedanê hatibû gazîkirin.