Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nerizayetiya birîndarên şerê Îran û Îraq li ber deriyê meclîsa rejîmê

11:40 - 26 Nîsan 2023

Birîndarên şerê Îran û Îraqê derheq wergirtina qerebûya şer û mafê bijîvê li ber meclîsa rejîma Îranê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Birîndarên şerê Îran û Îraq jî baweriyan wan bi qewl û sozên rejîmê nemaye û wan îro roja Çarşemî 6ê Banemerê, li ber mecîsa rejîma Îranê derheq wergirtina qerebûya şer û mafê bijîvê kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Hêzên rejîmê di cihê kombûnê de amade bûn û bi tundî digel amadebûyan reftar kirin; Wan heta pêşiya fîlmhilgirtina wê kombûnê jî girtin.

Kombûna nerizayetiya birîndarên şer berdewam dibe û li gorî gotina wan, ew dê heta dawiya hefteyê di Tehranê de bimînin û şeqaman berndin. Hêzên rejîmê jî di hewlê de ne da ku pêşiya kombûna wan bigirtin.

Kombûnên nerizayetiya tex û qatên civatgehê di Îranê de pêsîra rejîma Îranê girtine û piraniya wan kombûnan daxwaza herifîna rejîma Îranê dikin.