Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên pirojeyên neft û gaz li Îranê berdewam in ji mangirtinên xwe

11:44 - 26 Nîsan 2023

Kedkarên pirojeyên neft û gaz li Îranê li dijî desthilata cudatîdanînên sîstîmetîk yên berpirsên rejîmê di mangirtinê de ne.

Pêka raporên nûçegihaniyan, roja Sêşemî 5ê Banemerê, kedkarên pirojeyên neft û gazê li Îranê di pêncemîn roja xwe ya mangirtinê de ne û kedkarên pirojeya “Remîle”yê li nêzî bajarê “Besre” yê girêdayî welatê Îraqê jî tevlî wê mangirtinê bûn.

Kedkarên pirojeyî yên ku li nêzî bajarê “Besr”ê kar dikin ser bi kompaniya “Mepna” li Îranê ne û daxwaza zêdebûna heqdestê xwe û herwisa 10 roj bêhinwedanê di mehekê de dikin.

Ji aliyek dinê ve jî, di pêncemîn roja wan mangirtinan de, kedkarên kompaniya “Çegalêş” ya palavtingeha Tehranê jî tevlî wan mangirtinan bûn.

Herwisa kedkarên pirojeya neft û gaz û petrokîmiya “Selman Fars, Geçsaran, Polaya Xûzistan”ê û çendîn kompaniyayên din tevlî wan mangirtinan bûn.