Rejîma Îranê di pîlaneke nû de dixwaze rewşa Rojhilatê Kurdistanê bi asayî nîşan bide, lewma dixwaze konsert û rêûresmên hikûmî bi rê ve bibe.
Li berdewamiya pîlanên rejîma Îranê bo xwederbaskirin ji rewşa xirab a xwe li Rojhilatê Kurdistanê, dixwaze bi lidarxistina konsert û rêûresmên hikûmî, rastiyan perdepoş bike û wiha bide xuya ku rewşa Rojhilatê Kurdistanê aram û asayî ye.
Di vê derheqê de çalakvanên siyasî û medenî bi şêwazên cuda li torên civakî belav kirine, ku rejîma Îranê dibe vê yekê bi başî bizane ku serkuta bi xwîn li Kurdistanê ku 100an şehîd û birîndar li pey xwe aniye, ti carî ji bîr û hizra Kurdan nayê reşkirin û xelkê serhildêr li derkevtin li hember vê desthilata dîktator, berdewam in.
Xelkê Kurdistanê û bi taybet çalakvanên siyasî û medenî tevî sehkirina vê pîlana rejîmê, hemû rêûresm û konsertên hikûmî yên rejîma Îranê baykot dikin û xebata xwe ya li dijî desthilata xwesepan û serkutkerî ya rejîma Îranê berdewam dikin.