Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema lipeyketina hêzên rejîmê zarokek Belûç hate kuştin û 5 jî birîndar bûn

11:47 - 26 Nîsan 2023

Piştî vê ku du motorsîklet ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve li bajarê “Finûc” yê girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatine şopandin, 3 zarokên Belûç birîndar bûn û 1 ji wan jî canê xwe ji dest da, û ev cinayeta rejîmê bû sedema nerizayetiya xelkê.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Halweş”, êvara roja Sêşemî 5ê Banemerê, hêzên rejîmê li bajarê “Finûc” yê girêdayî parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, li pey 2 motorsîkletan dikevin ku 4 kes siwarê wan motoran bûne û hêzên rejîmê bi maşînan li ser wan dikevin û di encama vê cinayetê de zarokek temen 16 salî yê bi navê “Semîr Girdehanî” canê xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar dibin.

Ew cinayeta rejîmê bû sedema kerb û kîna xelkê û hevwelatiyên Belûç yên li bajarê “Finûc”ê û ew li hember kelanteriya vî bajarî kom bûn, lê car din hêzên rejîmê êrîşî ser wan kirin û bi teqekirin û gullereşandinê bersiva xelkê dan.

Bi sedema teqekirina hêzên rejîmê 3 welatiyên din bi dijwarî birîndar bûn.

Tevî kuştina hevwelatiyekî Belûç û birîndarkirina 5 kesên din ku rewşa hejmarek ji wan nebaşe hatiye ragihandin, medyayên girêdayî rejîmê pêka gotina yek ji fermandeyê paye bilind yê Întizamî li Belûçistanê teqekirin ji xelkê û lipeykevtina wan 4 kesan red kirine.