Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek ji nanvaxaneyên bajarê Seqizê bi sedema destnekevtina ard hatine daxistin

11:57 - 26 Nîsan 2023

Heyama du û sê roj in ku berberîxaneyên bajarê Seqizê bi sedema destnekevtina ard, dest ji karê xwe berdane û êdî nikarin bo xelkê nanê berberî bipêjin.

Berpirsên gendel ên rejîmê li bajarê Seqizê, givaşeke zêde xistine ser xwediyê nanvaxaneyên vî bajarî û piraniya nanvaxaneyên berberî yên vî bajarî bi sedema destnekevtina ard hatine daxistin.

Îdareya “Cehada Kişawerzî” ya rejîmê li bajarê Seqizê ku yekem organa  pêwendîdar bo pirsa nanvaxaneyan e, organeke bêserûber û neberpirs û bikêrnahatî ye ku ji aliyê çend xwefiroşên xwecihî yên bajarê Seqizê ve bi rê ve diçe.

Xelkê bajarê Seqizê û xwediyê piraniya nanvaxane û kargehên “kelane, kade û nan”, ji destê berpirsên xwefiroş bêzar in û hertim ji wan xwefiroşan nerazî ne.

Rejîma Îranê wek take şêwaza birêveberiya vê mijarê, li rêya îdareya “Te`izîrat” ve bi berdewamî cezayê nexdî bi ser xwediyê wan nanvaxaneyan de disepîne ku ew yeka jî heta niha bi tenê xezîneya rejîmê tejî kiriye û ti qazanceke din bo xelkê vî bajarî nebûye.

Ew yeka di halekê de ye ku xwediyê nanvaxaneyan û kedkarên wan bi kêmtirîn heqdestê kar dikin, lewma ew yeka bûye sedem ku bilî karê nanvaxaneyê, kareke din jî bikin ku bikarin hewcehiyên jiyana xwe dabîn bikin.

Hêjayê gotinê ye ku heta niha jî, berpirsên îdareya “Cehada Kişawerzî” ya rejîmê li bajarê Seqizê, ti bersivek li derheq dana ard li rojên bê de bi xwediyê nanvaxaneyan re nedane.