Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd li bajarê Kirmaşanê bi teqeya hêzên rejîmê canê xwe ji dest da

12:15 - 26 Nîsan 2023

Welatiyekî Kurd yê temen 30 salî li bajarê Kirmaşanê bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeya Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 21 Xakelêweya 1402 a Rojî, ciwanekî Kurd yê bi navê “Secad Çemenî” yê temen 30 salî û xelkê bajarê “Kirmaşan”ê bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîmê canê xwe ji dest da.

Nûçeya kuştina wî welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Kimaşanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ji nû ve hatiye medyayîkirin.

Hatiye zanîn ku hêzên rejîmê di xala vekolînê li “Fîrozava” yê girêdayî bajarê Kirmaşanê bi sedema veguhastina barê benzînê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî ciwanê Kurd kirine.

Bi sedema teqekirina hêzên rejîmê gule ber ser “Secad Çemenî” dikeve û canê xwe ji dest dide.

Piştî lipeyketina malbata “Secad Çemenî” piştî 3ê rojan termî wî radestî malbata navbirî tê kirin û termî wî welatiyê Kurd li goristana “Zehra” a bajarê “Kirmaşan”ê bi axê tê spartin.