Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê berê yê Xamineyî li Sîstan û Belûçistanê hate kuştin

18:06 - 26 Nîsan 2023

Medyayên ser bi rejîma Îranê ragihandine ku “Ebas Elî Silêmanî”, nûnerê berê yê Xamineyî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê û endamê meclisa Xubrêgan a rejîma Îranê, li Babolserê bi çendîn gulleyan hatiye kuştin.

Herwaha malpera “Hewzê News” îro roja Çarşemî 6ê Banemerê, li gor yek ji şahidan ragehandiye ku nûnerê berê yê Xamineyî li Sîstan û Belûçistanê li banka Millî ya Babolserê amade bûye û êrîşker çeka pasvanê bankê lê distîne û “Ebas Elî Silêmanî” dide ber gulleyan.

“Ebas Elî Silêmanî” li salên 1380 heta 1397an nûnerê Xamineyî li Sîstan û Belûçistanê bû û piştî wê jî, ji 25ê Gelawêja 1399an heya 9ê Xakelêweyê nûnerê Xamineyî û pêşnimêjê Kaşanê bû.

Li gorî raporên xwecihî, “Ebas Elî Silêmanî” roleke bi bandor di tepeserkirina xwenîşandanên xwendekarên zanîngeha Zahidanê di salên 1388, 1392 û 1396an de lîstiye, herwiha di tepeserkirina xwenîşandanên xelkê, girtin, dosyasazî û îşkencekirina xwenîşanderan de rol hebûye.