Kempeyna Çalakvanên Belûç di raporekê de dane zanîn ku berpirên girtîgeha navendî ya rejîmê li Zahidanê girtiyan ji girtîgehê derdixin û wan bi demjimêran di bin germayê de radigirin û xwarina wan bi demjimêran diren didine wan.
Hatiye zanîn, bendên yek heta heştê yên girtîgeha navendî ya rejîmê li Zahidanê, ji demjimêr 8ê sibêdehê ve ji bendê derdixin û wan heta direng di bin germaya hevşa girtîgehê de dihêlin.
Herwisa rapor didine zanîn, pêragihîştina girtiyan bi navendên dermanî gelek xirab e û pizîşkên dermanî derheq can û tendirustiya wan xemsar in, her bi wê sedemê çend roj berî niha girtiyek Belûç yê xelkê Îranşehrê yê bi navê “Hemze” ji ber îltihaba me`idê xwe di girtîgeha rejîmê ya Zahidanê de canê xwe ji dest da.
Pêka wan raporan, girtiyên Belûç bi tundtirîn şêwe têne îşkencekirin û di niha de cezayê îdama sedan girtiyên Belûç hatiye danê û benda birêvebirina cezayê ne.