Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Bilind a Îranê biryara îdamê ya Cemşîd Şermehd erê kir

11:11 - 27 Nîsan 2023

Berdevkê Dezgeha Dadwerî ya rejîma Îranê, “Mesûd Sitayiş”, roja Çarşemî 6ê Banemera 1402 a Rojî, di konferanseke rojnemavanî de, nûçeya pejirandina cezayê bidarvekirina “Cemşîd Şarmehd” ji aliyê Dîvana Bilind a rejîmê ve piştrast kir.

Cemşîd Şermehd çend sal berî niha li Îmaratê ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve hatibû revandin û bi tohmeta “mufsêd fî erz”ê ji aliyê Dadgeha Şoreş a rejîmê ya Tehranê ve bi îdamê hatibû cezadan.

Hêjayê gotinê ye ku Rêxistina Lêborîna Navnetewî di nameyekê de bo Serokê Dezgeha Dadwerî ya rejîma Îranê, daxwaz kiribû ku bilez cezayê sepandî yê Cemşîd Şarmehd bê helweşandin.

Lêborîna Navnetewî di nameyekê de bo Xulamhusên Muhsênî Êjeyî, tevî nîşandana nîgeraniyê derheq cezayê bidarvekirina Cemşîd Şarmehd, nivîsîbû: “Ew hevwelatiyê Îranî- Amerîkayî di dadgehek nedadperwerane de bi tohmeta “mufsêd fî erz”ê hatiye cezadan û cezayê bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Cemşîd Şarmehd hevwelatiyê Îranî- Amerîkayî sala 1399an a Rojî, ji aliyê Îtilaata rejîma Îranê ve li welatê Îmaratê hatibû revandin.