Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze hevşweyê zanîngehên Koreya Bakûr, zanîngehên Îranê bi rê ve bibe

12:36 - 27 Nîsan 2023

Rejîma Îranê dixwaze hevşêweyê birêveberiya zanîngehên Koreya Bakûr zanîngehên Îranê bi rê ve bibe û dixwaze kincên wekhev, cura pirça ser û diyarîkirina berê ya hînkariya xwendekaran bi ser wan de bisepîne.

Piştî dijayetiya xelkê Îranê û bi taybet xwendekaran digel hicaba bi zorê, Serokê Zanîngeha Azad a Xuremabadê daxwaz ji nûnerê Elî Xamineyî yê li vê zanîngehê kiribû ku kinceke form ên yekşêwe, bo xwendekaran diyarî bike. 

Daxwaziya wî berpirsê zanîngeha Xuremabadê di halekê de ye ku berê jî berpirsên rejîma Îranê bas ji birêveberiya hewşêweya Koreya Bakûr bo kontrola xwendekar û zanîngehan kiribûn.

Ev yeka di demekê de ye ku xelkê serhildêr ên Îranê û xwendekar, bi dana nirxên giran dixwazin li jêr zilm û bêdadiya rejîma Îranê rizgar bin û yekem pêngava wan nehiştina hicaba bi zorê ye.

Di zanîngehên Koreya Bakûr de kincên xwendekaran wekhev in, forma pirça serê wan bi yek qas û şêwazê ye û berê despêka xwendinê cur û şêweya hînkariya xwendekaran tê dirarîkirin ku çi zanistekê û heta çi astekê bixwînin.