Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enflasiyona %40 li Îranê dibe sedem ku herifîna rejîma Îranê nêzîktir be

16:48 - 27 Nîsan 2023

Aborînasê rejîma Îranê “Ferşad Mû`imînî” di hevpeyvînekê digel malpera “Aftab” a ser bi rejîma Îranê daye zanîn, ku nirxa enflasiyonê li Îranê û 8 welatên din ên cîhanê, zêdetir ji %40 e û 135 welatên din jî nirxa enflasiyona wan yek hejmarî ye.

Herwisa navbirî îtiraf kiriye ku di wan 30 salên dawiyê de zêdetirîn asta alozî û bêbernametiyê di Îranê de hebûye.

Ji aliyek din ve rojnameya “Ibtikar” a rejîma Îranê jî îtiraf kiriye: “Aboriya Îranê li nav mengeneyê de ye, enflasiyonê jiyana xelkê xistiye nav givaşan û her rojê aliyeke din a hejariyê di civakê de tê dîtin, siyasetvan bi cihê çareserkirina krîzên wek aborî û dorpêçan, li pey berjiwendiyên xwe li perdepoşkirina pirsgirêkan in”.

Herwiha rojnameya rejîmê ya “Ferhîxtigan”, roja Çarşemî 6ê Befranbarê bal kişande ser paremayîna aboriya rejîma Îranê û nivîsî: “Li gor amaran, beriya şerê Rûsiya û Ukraynayê, hinartina Tirkiyê bo Rûsiyê 7 heta 10 qatê hinardeya Îranê bo Rûsiyê bû, lê piştî destpêka şer, hinardekirina Tirkiyê bo Rûsiyayê 14 qatê hinardekirina Îran bûye”.

Îtirafên wiha, didin xuya ku rejîma Îranê êdî nikare bi dirûşmên cuda û sexte, şikesta xwe ya bi tevahî li warê aborî de perdepoş bike.