Serbaz Berzincî yê xelkê Başûrê Kurdistanê, weke parêzgarê navçeya Lambêsî ya Lendenê hate diyarîkirin.
Pêka rapora “Rûdaw”ê, roja Çarşemî, 6ê Banemera 1402 a Rojî, Serbaz Berzincî yê xelkê bajarê Ranye yê Başûrê Kurdistanê, weke parêzgarê navçeya Lambêsî ya ser bi Lendenê hate diyarîkirin û di rêûresma sundxwarina yasayî de bi kincê Kurdî beşdar bû û bi zimanê Kurdî û Îngilîsî sund xwar.
Di rêûresmeke fermî de ku nûnerê Paşayê Birîtaniya û hejmarek parlemantar û kesayetî amade bûn, Serbaz bi cilûbergên Kurdî ve beşdarî kir û sunda yasayî bi herdu zimanê Kurdî û Îngilîsî xwar û piştî wergirtina posta xwe ragihand: “Ez dilxweş im da ku bi vê hiviyê bikarim ku ew berpirsayetiya bi min re hatiye dan bi dilsozî ve cî bi cî bikim”.
Lenden ji 32 navçeyan pêk tê ku yek ji wan navçeyan Lambêsî ye ku Serbaz Berzincî bi dengê 63 endamên bajarvaniya Lambêsiyê wek parêzgar hate hilbijartin.
Serbaz Berzincî, xelkê navçeya “Hacî Ava” ya ser bi Raniyê ye û duktoriya avahîsazî heye û mamosteyê zanîngeha Lendenê ye.
Navbirî berê jî li sala 2022an di hilbijartinên navxweyî yên Birîtaniya bo bajarvaniyê, li ser lîsteya Partiya Kar li Lendenê, xwe berbijêr kir û bû bi Bajarvanê Lendenê.