Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena Pên ya Amerîkayê belav kiriye ku Îran mezintirîn girtîgeh e bo jinên nivîskar

11:29 - 28 Nîsan 2023

Encûmena Pên ya Amerîkayê di raporekê de belav kiriye ku Çîn û Îran di warê metirsiyên bo ser nisvîskaran pileya yekem û duyem li cîhanê hene.

Roja Pêncşemî 7ê Banemerê, Encûmena Pên ya Amerîkayê di nûtirîn rapora xwe ya îsal de belav kiriye ku rejîma Îranê piştî welatê Çînê duyemîn welat e di cîhanê de ku bûye mezintirîn girtîgeh bo nivîskaran.

Pêka vê raporê di sala zayînî ya derbasbûyî de, aliyê kêm 90 nivîskar li Çînê û 57 jî li Îranê hatine binçavkirin.

Herwisa hatiye ragihandin, ku Îran di warê binçavkirina jinên nivîskar di cîhanê de pileya yekê heye; pêka amaran li 42 jinên nivîskar yên binçavkirî 16 ji wan li Îranê ne û 11 jî li welatê Çînê.

Di beşek din a vê raporê hatiye ku Îran û Çîn tevî ku du girtîgehên mezin ji bo nivîskaran di cîhanê de ne, metirsîdartirîn welat in jî bo wan, û tevî hebûna givaşên zêde û nebûna azadiya gotinê di wan du welatan de, li sala derbasbûyî di wan her du welatan de xwenîşandanên mezin û berfireh li dijî desthilata hakim hatibûne lidarxistin.