Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sinê du zarok bi sedema teqîna mînê birîndar bûn

11:30 - 28 Nîsan 2023

Du zarok yên bi navên Erşiya Nûrî û Pêşrew Semedî xelkê gundê “Seravqamîş” yê girêdayî bajarê Sinê bi sedema teqîna mînê birîndar bûn.

Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê du zarok yên bi navên “Erşiya Nûrî” yê temen 9 salî û “Pêşrew Semedî” yê temen 11 salî li gundê “Seravqamîş” yê girêdayî bajarê Sinê bi sedema teqîna mînê birîndar bûn.

Di vê derheqê de Dr. Muhsên Suhrabî, pizîşkê xelkê bajarê Bokanê li ser Twîtera xwe nivîsîbû: “Çend zarok li derdorê binkeya leşkerî ya Seravqamîş mijûlê lîstinê bûne ku Erşiya û Pêşrew bi sedema teqîna mînê birîndar bûne û bo çareseriyên pizîşkî bo nexweşxaneya Kewser a bajarê Sinê hatine veguhastin”.

Erşiya Nûrî dest û demûçavên wî bi dijwarî birîndar bûne û rewşa tenduristiya wî nebaş hatiye ragihandin, lê rewşa Pêşrew Semedî baş e û di bin çavedêriyê de ye.

Salane dehan kes li Kurdistanê dibine qurbaniya mînên bicihmayî yên serdema şerê Îran û Îraqê û herwisa mînên veşartî yên derdorê cihên leşkerî li Kurdistanê.