Endamên têkoşer û wefadar bi rêbaza şehîdên hizb û gel, bi hilkefta roja Xwandekarên Kurd, bi belavkirina tirak û bilindkirina alaya Kurdistanê li deverên Şino û Urmiyê çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.
Pêka nûçe û zanyariyên ku gihîştine bi Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina PDKÎ, êvara roja Pêncşemî 7ê Banemerê, endam û alîgirên PDKÎ li seyrangeha “Şêx Mihemed Hîngilanî Kanî Sork” ya bajarê Şino, bi hilkefta 12ê Banemerê, roja Xwandekarên Kurd, bi belavkirina poster û tiraktan û bilindkirina alaya Kurdistanê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Ji aliyek dinê ve, her di vê rojê de endam û alîgirên hizbê, bi hilkefta roja Xwandekarên Kurd li seyrangeha “Cengela Mîrava” ya girêdayî gundê Mîrava yê ser bi bajarê Şino, bi belavkirina tirak û postêrên taybet bi vê rojê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Herwisa şeva derbasbûyî endam û alîgirên têkoşer yên hizbê li bajaroka “Zêwe” ya girêdayî devera “Mirgewer”, seyrangeha derava “Çîmen” û li ser rêya Şino bo Mirgewer û gundê “Lolkan” bi hilkefta roja Xwandkarên Kurd bi belavkirina tirak û posteran û bilindkirina alaya Kurdistanê çalakiyên banghêjî lidar xistin.