Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Banghêjiya mamosteyên olî ji bo dadgehên rejîmê dom heye

10:51 - 29 Nîsan 2023

Roja Pêncşemî 7ê Banemerê, mamoste “Fethullah Rostemî”, pêşnimêjê gundê “Meraxan” yê ser bi bajarê Serdeştê ji bo Dadgeha Rûhaniyet a rejîmê li bajarê Urmiyê hatiye gazîkirin.

Ew mamosteyê olî yê Kurd di rêkevta 25ê Rêbendana 1401 a Rojî de jî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin; Wê demê navbirî ji bo hevkarîkirin bi erdhejdîtiyên bajarê Xoyê bi rê kevtibû û di despêka rêya Urmiyê de bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.

Mamoste “Fethullah Rostemî”, di dema girtinê de ji parêzer hatibû bêparkirin û rastî bêrêzî û lêpêçîna hêzên rejîmê hatibû û piştî dawîpêhatina lêpêçîna wî di yek ji girtîgehên Îtilaata rejîmê de, ji bo girtîgeha navendî ya rejîmê li Urmiyê hatibû veguhastin.

Mamoste “Fethullah Rostemî”, roja Duşemî 15ê Reşemeya 1401 a Rojî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha rejîmê hatibû berdan.

Heta niha ji tohmetên hatinî sepandin bi ser mamoste “Fethullah Rostemî” de, ti zanyariyek ber dest nîne.