Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Îsraîlê bo ser binkeyên rejîma Îranê li Sûriyê

11:00 - 29 Nîsan 2023

Di berdewamiya êrîşên esmanî yên Ertêşa Îsraîlê bo ser binkeyên rejîma Îranê û milîsên girêdayî wê li Sûriyê, wê carê jî balafirxaneya leşkerî ya “El-zeb`e” kire armanc.

Sibêdeha roja Şemî 9ê Banemera 1402 a Rojî, Ertêşa Îsraîlê enbareke cebilxane ya girûpa Hizbullaha Lubnanê ya terorîst li balafirxaneya leşkerî ya “El-zeb`e” li derdora Hûmsê kire armanca êrîşên mûşekî.

Ajansa Nûçegihaniya “SANA” ya ser bi rejîma Beşar Esed ragihandiye, ku di êrîşa Îsraîlê ya ku ji bakurê Lubnanê hatiye kirin, 3 kes birîndar bûne û hejmarek kamyon jî di nav agir de şewitîne.

Herwisa Çavdêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê jî gotiye, Ertêşa Îsraîlê enbareke cebilxane ya girûpa Hizbullaha Lubnanê ya terorîst teqandiye.

Hêjayê behskirinê ye ku midehek birî niha jî, Ertêşa Îsraîlê balafirxaneya leşkerî ya “El-zeb`e” ku cihê milîsên Hizbullaha Lubnanê ye, kiribû bi armanca êrîşên esmanî.

Berdewamiya êrîşên Îsraîlê bo ser binkeyên rejîma Îranê û girûpên ser bi wê rejîmê li Sûriyê di halekê de ye ku “Husên Emîr Ebdulahiyan”, Wezîrê Derve yê rejîma Îranê di serdana sînorê Lubnan û Îsraîlê de, li ser herifîna Îsraîlê tekezî kiribû.