Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê dest bi ser neftkêşeke rejîma Îranê de girt

11:37 - 29 Nîsan 2023

Kompaniyak ewlehî a deriyaya Berîtaniyayê ragihandiye, ku Amerîkayê di rojên borî de dest bi ser netkêşeke rejîma Îranê de girtiye.

Nûçegihaniya “Reuters”ê pêka gotina kompaniya ewlehî ya deriyaya Berîtaniyayê û sê çavkaniyên din yên agehdar ku nexwastine navê wan bêne eşkerekirin, belav kiriye ku Amerîkayê di rojên borî de dest bi ser neftkêşeke rejîma Îranê de girtiye.

Wan sê çavkaniyên agehdar ragihandine ku Amerîkayê bi mebesta cîbicîkirina dorpêçên xwe yên nû bo ser rejîma Îranê dest bi ser wê nefkêşa rejîma Îranê li nêzî avên Çînê de girtiye.

Eva jî di halekê de ye ku rejîma Îranê derheq wê neftkêşa xwe bertek nîşan daye û wê rejîmê dest bi ser neftkêşek bi alaya Marşalê di deryaya Emanê de girt.

Navendên pêwendîdar yên rejîma Îranê nûçeya girtina neftkêşa bi alaya Marşalê bi 28 kesan ve ku ji Têgzazê ber bi Emanê ve diçû pejirandine, lê heta niha li derheq girtina wê neftkêşa xwe ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye girtin, ti zanyariyek belav nekirine.

Ji aliyeke dinê ve, her di pêwendî digel aloziyên di navbera Amerîka û Îranê û dorpêçên nû yên Amerîkayê, welatê Panemayê 30 gemiyên Îranî yên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine sizakirin ji lîsteya gemiyên xwe yên tomarkirî derxistine û ew gemî wek yên Îranê dane nîşandan.